Skip to main content
  • 10 years ago
Bi hestên netewî û parastina nirxan berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û di nava refên YPG’ê de cîh girt. Di vekirina korîdora Şengal û Rojava de dî eniya pêş de lehengiyek mezin nîşan da û bû şervanê yekemîn ku di korîdorê de birînda bûye. Bi dijwarbûna şerê Kobanê re, bi israr pêşniyara xwe da qebûlkirin û berê xwe da Kobanê. Li vir wekî yek ji fermandarên YPG’ê têkoşîn meşand û bi daliqandina ala YPG’ê ya li ser avahiya Çand û Hunerê bala hemû kesî kijand. Di 28’ê Kanûnê de di rizgarkirina hin noqteyên din de tevlî karwanê pakrewanan bû

Category

📺
TV
Be the first to comment
Add your comment

Recommended