Adnan Oktar: Divê birayên me yên kurd îttîhad-i îslamê bixwazin.

  • 9 yıl önce
ADNAN OKTAR:Birayên me yên kurd taca serê me ne. Em wan wek kesên binûr, bimbarek û esîl dibînin. Em dixwazin ku ew bila di nav aramî, bereket, gumrehî û bextewariyê de bijîn. Heyema wan ya çîleyê xilas bû înşellah.

Pirsgirêkeke wiha tune ye, ji xwe pirsgirêk jî nîn e. Bila îttîhad-i îslamê û yekîtiya îslamê biparêzin, ev qas. Perçebûna Tirkiyeyê dê pirr xeternak be. Xwedê bisitirîne dê namûs û şerefa me bikeve nav lingan. Yanê tu tişt dê nemîne. 

Lê heke Tirkiye bihêz û mezin be, dê bereket û xweşikiya wî bigihîje her derê. Em dixwazin birayên me yên kurd bibextewar û biaram bijîn.  Em zanin li Sûriyê, Iraqê û Îranê pirr zordarî li wan hat kirin. Kurdbûn, bû sûç. Em ji wan haydar in. em jî aciziya vê yekê bi salane dikişînin. Bi rastî jî çav li van mirovên bimbarek û pak nedan vekirin. Dibêjim ya li Îranê gelek zordestî li birayên min yên kurd hate kirin. Canê wan pirr şewatandin.Bi taybetî jî di dema şahê Îranê de ew mehw kirin.

Nekarîbûn bigotina ez kurd im. Zilam nikare bêje ez kurd im. Heke kurd be, kurd e. Heke zilam çerkez be dibêje ez Çerkez im. Heke ereb be, dibêje ez ereb im. Çi bûye? Bila dilê wan rihet be, dê di nav bextewarî û aramiyê de bin. Lê divê her birayê min yê kurd Îttîhad-i îslamê biparêze. An dê bêyomî be. Xwedê dê derdor vegerîne dojehê. Misr Îttîhad-i îslamê neparast, siyasetê hilda pêş û xwedê jî bobelat anî serê wan. Li Sûriyê jî heman tişt bû. Esed navê Îttîhad-i îslamê hilneda devê xwe.  Min sî carî got bêje, heke tu bêjî tuyê xilas bî. Min ji wî re got bêje: “ez Îttîhad-i îslamê dixwazim, elewî û sunî ji herkesî hezdikim, rêz li Xiristiyan û Cihûyan digrim. Xwedê Mehdî (a.s) nîşanê me bide.” Min got vena bêje tuyê rizgar bî, lê ew gotina min nekir. 

Önerilen