Adnan Oktar: Sedema bêdengiya PKK ê amedehîya êrişeka nû ye. Îttîhada Îslamî rizgariyek e ji bo PKK ê û ji bo birayên me yên Kurd

  • 9 yıl önce
ADNAN OKTAR:

Min berê jî got, bîrdoza PKK ê ev e: dev ji ramanê Marksîzmê bernadin.

Lê belê bi perwerdehiyê, bi agahdarkirinê  û bi delîlên teqez dê dev jê berdin. Aniha dibe ku disekinin. Ev sekn, destpêkirina hewlek nû ye.

Car bi car di hin deman de PKK disekine, carinan êrişên wî bi temamî disekinin, carna jî demên wuha çêdibe ku êrîşên wê pirtir dibin. Aniha, demek asûde ye, aniha di gihanekî amedehiyê de ne. Bi gumanekî mezin, aniha çekan diqedînin, planan amade dikin, zemînek rewa difikirin, bangeşeyên siyasî dikin û dixebitin ji bo ku gel bikşînin ba xwe. Li hemberê wan tenê tiştek heye ku em bikin; divê em bêjin ku çareserî, Îttîhada Îslamî ye.

Ji bo PKK ê, ji bo birayên me yên Kurd û ji bo hemû dinyayê û ji bo me jî; rizgarî tenê di Îttîhada Îslamî de ye. Lewra di ramana PKK ê de, dilovanî, merhamet, hezkirin, dostanî, tirsa Xwedê, hezkirina Xwedê tûne ye. Îlim, zanistî, hûner  tûne ye, estetîk tûne ye; tenê dijwarî û hêrs heye.

Lê belê di Îttîhada Îslamî de, di rihê wê ya germ de; hezkirin heye, rehm heye, dostanî, biratî, başî, bereket û firehî heye. Hembêzkirina hemû cihanê heye, xebata başîya mirovahiyê heye. Xweperestî tûne ye.

Li gorî Îslamê sepandina huner û zanistiyê ferz e, ango divê bi awayek herî bilind hûner û zanistî were sepandin. Bi payeyek kêmzede sepandina hûner û zanistiyê çênabe. Dîsa, hezkirin jî divê bi awayek herî zaf were jiyîn. Xwedayê Teala jî di Tewrat û di Încîlê de di derbarê hezkirina xwe de wiha dibêje: "Heta qeweta xwe ya dawîn ji Xweda hezbikin."

Ango, çiqas taqeta we hebe, bi awayek herî bilind. Çi xweş!  Xweda, hezkirinek nîvco qebûl nake, hezkirinek herî bilind dixwaze. Paqijiya herî zaf, dostanî, biratî û comerdiya herî zaf. Di îslamê de her tim 'zaf' heye. Dibêje, "comerd", lê çiqas comerd? "Payeyek nîvco" nabe, divê ku zaf comerd be. Paqij, divê zaf paqiş be. Divê dil bi hezkirinê tije be, hezkirineke zaf.

Bibexşîner, divê zaf bibexşîner be. Tiştên herî xweş di Îslamê de ne. Jixwe ji ber ku însan hemû hestan nîvco dijîn, di vê rewşê de ne. Divê ev tişt ne di bin rêjeyeke kêm de bin. Eger ev hest ne di asteke bilind de bin dê alozî û felaket biqewime. Wiha nabe. Misilman divê armanca xwe bilind bike. Mînak,  em li hemberî Darwînîzmê têdikoşin. Ev têkoşîn dibe ku têkoşînek qels be, yan jî têkoşînek zaf bihêz be, yan jî bihêztir be. Têkoşîna ku em dikin, têkoşîneka bihêztir e. Me têkoşîneka ji rêzê qebûl nekir û me têkoşîneke bihêz jî qebûl nekir lêbelê me têkoşîneke bêhêztir kir armanca xwe. Xwedayê me jî vê kir nisîbê me. 

Önerilen