Adnan Oktar: Divê em birayên me yên Kurd ji aliye aborî û çandê de pêş ve bibin, em perçebûnê napejirînin

  • 9 yıl önce
- Ocalan bi navbeynkariya şandeya HDP’ê ve daxwazeke wisa ji hikûmetê kir: “hevdîtin û civînên ku em bi hikûmetê re dikin, didomin. Ji aliye me ve pêvajo wiha dewam dike. Di vê qonaxê de nirxandinên ku li ser pozisyona min tên kirin, ez wan fam dikim. Lêbelê divê ji vir û şûn de pozisyona min bi awayekî stratejik bê guherandin.”

ADNAN OKTAR:Carekê tevlî sûçê bûye, di qedera wî de heye. Dema ku sûç kiriye, sûçekî giran kiriye. Bûye sedema mirina gelek kesan. Gelek malbat û însan pirr aciz bûn.

malbat xistin nav rewşeke xirap, mal û mulkên dewletê hilweşiya. Ango fitne û alozî derxist. Divê ew niha bi tenê xwe bispêre xwedê û tobe bike.

Bila qur’ana pîroz bixwîne, ayeta jiber bike û nimêjên xwe bike. Ji bilî vê ji rêbazên din tu tişt dernakeve. Ez ji dil û can dibêjim; em li başûrê rojhilatê destûr nadin ku dewleteke komînîst bê damezrandin.

Em nahêlin ku welateke komînîst bê damezrandin, tişteke wilo nabe. Bila hişê xwe hilde serê xwe û tiştên ku bên kirin bila bêje. Ez dikim birayên xwe yên Kurd bidim destê komînîstan û hûn jî dikin wan bi rêveberiya komînîst ve îdare bikin, tişteke wisa nabe.

Dibêjin ku em ê alozî û terorê derxin. tuyê herî zêde însanan bikujî. Tu ê çend kesan bikujî? 76 milyon an 77 milyon? Temam heke dikarî bike. Wê demê hemû Tirkiye bila ya te be. Heta ku hemû gel şehîd nekeve, tişteke wisa nabe. Heke dibêjin em “dîn” in em jî 10 qatî we dîn in. 

Em destûrê nadin tişteke wisa. Ne pêwîste ku her car heman tiştê dubare bikin. Lê divê demokrasi û azadî hebe. Di vê mijarê de mafdar in.

Kî dixwaze kurdî hîn be bila hîn be, heke dixwazin televizyonên kurdî vekin bila vekin. Birayên min yên kurd hûn çi dixwazin em bikin. Ji aliye aboriyê ve wan pêş ve bibin, rihet bidin wan û bila li ser wan zordarî nîn be. Li her derê Tirkiyeyê wisa be. Lê em destûrê nadin dewleteke komînîst. Hîç wisa dibe? Heke wisa be em mehf bûn. Xwedê biparêze. Bila eqlê xwe hildin serê xwe.

 

Önerilen