Ew ilm ên we yî pak û bi rûmet,dîrok û nav û maf da min. Ez ji nû de xuluqandim e,bûme mîna însan hatim. Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet. Xwediyên ilmê nû ji we re silav û hurmet.
Gotin;"Çeka herî mezin,rexne û xwe rexnekirine" Gotin;"Evîna Mem û Zîn,jîyanê diafirîne". Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet. Xwediyên ilmê nû,ji we re silav û hurmet.
Bûn rêberê aşîtiyê,çek û ceng ji holê rakirin. Tixûb rakir ji nav dubendiyê,hemû zindî bi xwe şîyarkirin. Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet. Xwediyên ilmê nû ji we re silav û hurmet.
Bi soz û peyman ji we re,ezê tim li pê we bişopînim. Ez bernadim qet doza xwe,jîyan bi xwe tekoşîne. Silav û hurmet ji we re,silav û hurmet. Xwediyên ilmê nû ji we re silav û hurmet.
Helbest û muzik :İsmet Dağ
Albüm:Dewra Mêhdî Hat-1999 Yapım:Medya Muzik Prodöktör:Muhsin Altıntop