Avêjtoka rêjîmê 10 sivîlan li taxên dorpêkirî li Helebê dikuje

  • 5 years ago
Firokeyên rêjîmê û Rûsî li ser asîmanê bajar û gundewarê Helebê narawestin, çalakvanan ji bajêr diyar kirin ku hêzên rêjîmê bi avêjtoka giran taxên Meşhed û El Sikerî armanc kirin û di encamê de nêzî 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek din jî brîndar bûn, herwiha hêzên rêjîmê hewildan ku ber bi taxa Kerim El Tereb ve pêşbikevin, heman çalakvanan da zanîn ku firokeyên Rûsî ji aliyê xwe ve bi mûşekên fisforî bajar û bajarokên Daret Izê, Etarib, Kefer Naha û Hirêtan topbaran kirin û li wir jî derdora 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û zirarên madî giheştin avahiyên welatiyan

Recommended