Li Helebê kuştina 18 sivîlî bi firokeyên rêjîmê

  • 5 years ago
Li bajarê Helebê careke din firokeyên rêjîmê û Rûsî bi tundî taxên rojhelatî bajêr armanc kirin, Nuçegihanê Orient News ji bajêr diyar kir ku firokeyên rêjîmê bi bermîlên teqîner taxên Saxûr, Şear û Sikerî armanc kirin û di heyama wan êrîşan de nêzî 18 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî brîndar bûn rêjeya mezin ji wan jin û zarok bûn, ji aliyekî din ve firokeyên Rûsî jî taxên Mesakin Henano, Heyderiyê û Teriq El Bab jî topbaran kirin û li wir jî 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û derdora 30 sivîlên din jî brîndar bûn

Recommended