Adnan Oktar: Emerîka bi salane hîç nefikirî Încîrlîkê li dijî PKKê bi kar bîne. îro jî em destûrê nadin ku bargeha încîrlîkê ji bo kuştina misilmanan bê bikaranîn.

  • 9 yıl önce
-  Piştî ku Amerîkayê got: “Tirkiyeyê bo bikaranîna bargeha încîrlîkê destûr daye me”, serokwezîrtî daxuyanîyek da. Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: “ji bo ku bargeha încîrlîkê li dijî DAIŞê bê bikaranîn lihevkirinek nebû lê di vê mijarê de hin daxwaz hene. Ev daxwaz tên nirxandin. Ji bo perwerdekirina muxalifan jî lihevkirinek heye lê di mijara li ku û çawa bên perwerdekirin de jî birayareke teqez nehatiye dayîn.”

ADNAN OKTAR: Ji eqlê Amerîkayê jî derbas nebû ku bargeha Încîrlîkê li dijî PKK’yê bikarbîne. Em welatê NATOyê ne, ne wisa? Ew jî endamê NATOyê ne, lê ji salan pê ve ji eqlê wan jî derbas nebû.

Bi hezaran leşkerên me şehit bûn, lê ji aqlê wan derbas nebû. Dema ku PKK li Kobanê hat dorpêçkirin gotin Încîrlîkê û Armutluyê bikarbînin û herder tevlîhev kirin. Û qîre qîre wan e, li cihê xwe nasekinin. Dibe ku hêza PKKyê biqede û PKK xilas bibe dikeve nav tirs û qurfê. Ji aliyekî PKK gef dixwe, ji aliyekî jî Amerîka rihet nahêle. Dibêjin biçin PKK’yê rizgar bikin, çi hewce be bikin, heke PKK tune bibe em ê çi bikin. Tam jî di nav qurfê de ne. Ev pirr mantiq û rewşeke derasayî ye. Emerîkayê ku ji bo mirina ev qas leşkeran dengê xwe dernexist, ji ber ku naxwaze dawiya PKKyê were erd û asîmanê tevlîhev dike.

- Heta vê rojê PKK ji zêdetirî 80 çalakiyên terorê kiriye. Û 16 hezar xaziyên me hene.

ADNAN OKTAR: 16 hezar xazî. Bi deh hezaran leşker, polis û welatiyên me yên sivîlên şehîd kirin. Ew qas xazî hene, ku haya tu kesî tuneye. 16 hezar dibêje lê zêdetir e, lewre sivîl jî hene. Mil û çîpên hinan qetiyaye û yên hin kesan jî çav nabînin. Vêya kî kir? PKK kir. Ne talaşa Amerîkayê ye. Dibêjin “ çi heye”, “ zilaman çi li we kir?” hîna jî çi bikin? Bi deh hezaran însanê me kuştine, bi deh hezaran însanê me seqet hîştine û bi deh hezaran avahiyên me hilweşandine. Zilam jî dibêje; “ çi bûye ku alîkarî bikin û çek bidin PKKyê.”

Em naxwazîn Încîrlîk li dijî DAIŞê bê bikaranîn. Em ê nebin sedema kuştinan, em bi tu awayî jî vêya qebûl nakin. Em li dijî zêhniyeta kuştina kevneşopî ya Amerîkayê ne. Hîç niyeta Amerîkayê tuneye ku xweşikiyên wek hezkirin, dilovanî, perwerde û merhametê bi kar bîn e. Zimanê Amerîkayê çek û bombe ye. Her tiştê xwe bi gule û bombeye hel dike. Û Amerîka di encama vê de mehf bû. Li hemû cihanê tenê ma. wek kujer tên naskirin. Pirr tiştekî xirap e. gotinên min ji bo gelê û hikûmeta Amerîkayê nîn e, ez ji bo hêzên tarî yên Amerîkayê dibêjim. Em dê nebin şirîkê kuştinan. Bila Tirkiyeyê teşwîqê kuştinê nekin. Em qet destûrê didin da ku Emerîka bargeha încîrlîkê bi kar bîn e. Rêveberên me hemû şîrê helal vexwarin e, hemû zarokên misilmana ne. Ne tevgereke baş e ku ji misilmanekî re bêje biçe misilmanekî din bikuje. Bila daxwazeke wisa pêşkêşê Tirkiyeyê nekin.

Önerilen