Zêdikan, Agirî, (Eleşkirt, Ağrı) Çiyayê Kosedaxê, Kilama Mala Seyîtxan, Husêynê Orbînosê.

  • 13 yıl önce
Zêdikan an Zêtkan an jî Zêtka (tr: Eleşkirt) navê navçeya Elajgir a Agiriyê ye. Elajgird bi zimanê hayî, ango ermenî ye: (Alaşkert). Beriya Komkujiya Ermeniyan li Elajgir ê ermen û kurd bi hev ra dijiyan.

Piştî tevkuştina wan, Komara Tirkiyeyê tirk li gundên ermen da dan rûniştandin.

Îro li Zêtka (gelê Elajgirê ji bajarê xwe re wisa dibêjin) ti ermen tunin. Muhacir (tirkên ji derve hatin anîn) di dewsa wan de li gundên wan, di xaniyên wan de dijîn. Ew tirkên Zêtka nîvê zefî ji aliyê Kefkasyayê ji ber Rusa revîne û hatine ketine dewsa Ermenê ku revîne an ji hatine kuştinê.

Çemên Elajgirê

* Çemê Şeryanê di deşta Zêtka de dikişe tev çemê Mûradê dibe.
* Çemê Çetelê ji Kosedaxê tê û ji Kaşesorê ve digihîje nav bajêr.
* Çemê Qopizê ji Kosedaxê dertê û xwe dighîjîne deştê. Biharê gûnden Deşta Elajgirê bi wê avê zeviyên xwe avdidin.

Ji bo rûpela Kösedağ (Kosedax) ê a li ser facebookê.

Önerilen