Narineh-Narînê | KAMKARS # Photos; Mount Kösedağ, Eleşkirt, Ağrı
  • 13 yıl önce
Kosedax an jî Mîrê Çiyaya (Mîrê Çiyayan) çiyayekî Kurdistanê ye ku li navçeya Agirîyê, Zêdka ye. Bilindbûna Kosedaxê xwe digîhe 3.433 m yê.

Kosedax di nava gelê Zêdka da pir navdar e. Dengbêj Şeroyê Biro klama xwe ya bi navê Zerîyê da qala Çiyayê Kosedaxê dike. Berfa ser Kosedaxê heta havîna derengî nahele. Rojhilata wî gundê Seydoya (Qopiza Jor) û gundê Çaçana (Qopiza Jêr) hene. Rojavaya wê gundên Çatê, Gapira û Remedana hene. Her çar aliyê Kosedaxê çem û kanî dikişin. Kosedaxê de keriyên bizinkoviya hene.

Kosedaxê

Kosedaxê mîrê çîya
Mexelê pezkoviya

Klama Şeroyê BiroZerîyê

Torinê Kosedaxê, Mîrê Çîyaya
Min û Kewa Gozel
Milê xwe milê hev xistiye
Em çuyane zozanê jorîn
Mexelê pezkoviya
Gelî malî cînarno
Bextê we da me ketime
Henek û laqirdiya