Wîjdan… Ji bo ku te ji bîr bikim Min xwe diavêt nivîna her jinê Şev xayîn bû Şev dikeniya Şev tolaz bû. Dengê girînên te Dijmin dijmin Dilop bi dilop Diket li ser dilê min ê rezîl Dil tarî bû Diqîriya Jan dida. Wîjdan di nava şevên bênamûs de Dibû kujerekî bêbext Min hinekî tu dikuştî Hinekî xwe Hinekî jinên şevê Şev serxweş Ez kew Her jin nêçîrvan bû.
Ji bo ku te ji bîr bikim Min lêvên her jinê dimijand Şev şerm dikir Lêv şerm nedikir Lêv qerisî Lêv qermiçî bû Lêv bi derewan maç dikir. Di nava şevên bênamûs de Her deng dibû dengê te Her jin dibû bedena te Lê Ne awirên te yên qehbikî hebûn Ne destên te yên biçûk Ne jî germahiyên te. Ji bo ku te ji bîr bikim Dibûm riswa Dibûm qeşmer Dibûm bahoz Lê Min çi dikir te ji bîr nedikir Dicemidim Ka hembêza te Ka kenên te… Helbest:Occo Mahabad
İlk yorumu siz yapın