Tenê me… Bajarek heye Bi hezaran kolan e Di nav de bi mîlyonan qerebalix Lê Ez ji kûçikan berbattir tenê me.. Jinek heye Dilê min girtiye Devê min maç dike Bi germahiya xwe hembêz dike Nivîna min germ dike Lê Ez ji çivîkan zehftir tenê me..
Destên min digire; tenê me Dikene; tenê me Diaxive; tenê me Li min dinêre Weke zarokan şa dibe Lê Ez ji çiyayan bilindtir tenê me.. Ditirsim Rojekê Ev tenêtiya min a orispî Qerebalixên dilê wê bikuje Ew jî bimire…