Tara MAMEDOVA - AX - Albûm

  • 10 yıl önce
JI TARA MAMEDOVA “AX”
Stranbêjeke kurd bi reng û dengê xwe yê ciyawaz ket nav muzîka kurdî. Ji bo muzîkhezan wê bibe tarzekî balkêş û dê bi kêfxweşî were guhdarkirin. Album ji bi piştgiriya Sony Musicê derket.
Tara Mamedova bi eslê xwe kurdên Bazîdê ne. Malbata wê pêşî çûne Ermenistanê û paşê jî ji wir hatine koç kirin û berê wan dane Kirgizîstanê.
Tara Mamedova bi vê albûma xwe, hunera xwe û hostatiya xwe dide nîşandan ku hemû gotin û muzîk jî ji aliyê wê ve hatiye çêkirin. Her wiha bi navê albûma xwe “AX”ê jî hesret û evîna welatê xwe derxistiye der. Peyva ‘AX’ê him tê wateya “xwelî”yê him jî tê wateya “êşandina mirovî” ji ber vê jî vî navî li albuma xwe kiriye.
Di albuma AXê de Tara bi deng û melodiyên jazz û bluesê bi stran û xwezaya kurdî digihîne hev. Ev yek jî di muzîka kurdî de cihekî taybet ji Tara Mamedova re vedike.

Önerilen