bıra tü hurrî -أخي أنت حرٌ - kardeş sen özgürsün - kürtçe R4BİA ŞARKISI

  • 10 yıl önce
kürtçe söyleyen : Dengbêj bîlal
yazar : 1957 yılında büyük düşünür şehit Seyyid Kutup tarafından yazıldı.

R4ABİA ŞARKISI OLDU....

Kardeşim Sen Hürsün şiiri, zindanda şehit Seyyid Kutup tarafından yazdığı günden beri dillerde dolaşır. Mısır'daki son olaylarda adı bilinmeyen sanatçılar bu şiire bir beste yaptı. Bu beste, Rabia işareti ve hareketiyle özdeşleşti neredeyse. Tam olarak İslam coğrafyasını temsil eden bir eser oldu.

***********KÜRTÇE*************

Şehîd Seyyîd Qutub/ Ey Bira, Tu Azadî!
(Werger: Fedlullah POLAN)

Ey Bira, Tu Azadî!

Ey bira, li pişt singikê zindanê jî be, tu azadî
Ey bira, te li qeydan jî bixin, tu azadî
Piştî te xwe bi werîsê Xweda girtî
Kemînê bendeyan dê çi ziyanê bidî

Ey bira, dê artêşên kufrê ji kokê biqelînî
Bi vê li ser rûyê erdê dê fecrek hilî
Tu ruhe xwe bisipêr hilhatina fecrê
Dê hingî pêşwazîya fecrê li me bibînî

Ey bira, muheqqeq ji destê wan xwîn herikiye
Û ji mehkumiya zilletê rû badane
Rojekê muheqqeq ew aşiqên şehadetê
Dê bi xwîna ebedîyet bilind bibin beheştê

Ey bira, ev çi hale ku, tu ji cengê sar bûye
Û te ji ser milê xwe çek û rextan danîye
Kî yê fedacanî û merhemdar be bibêje
Û beyreqa me dîsa kî yê hilde û hejîne

Ey bira, bêgoman ez îro xwedan destek qewînim
Û karim çiyayan, teht û latan perçekim
Sibê ez dê bi vê çeka xwe li hember sîyonîstan ceng bikim
Ta ku ji ser rûyê erdê vê kufrê tune bikim

Ez bo Xwedê û Dîn'ê Wî dê heyfê hilênim
Bêzar nabim li ser doza Resûl, Sunnet dê domim
Yan wê dinya bi zaferê rapêçe
Yan jî dê teqdîmî Xweda bibe şehadet

Birakêm, Qethiyen ji cengê ez sist nabim
Û çekên xwe jî nadeynim kêlekê
Birakêm, heke ez bimrim şehîdim
Tu jî dê bi zafereke pesindar domkê

Muheqqeq ez bi rengeki ji xwe bawer
Ser rêya bi bal Xwedanê sitêrkan diçe de me
We divê min bibexşin in yan bikin azar
Muheqqeq ez ji wê sozê emînim

Ey bira, bimeşe bê teredût nenêre li dû
Ev rêya te, bi xwînê sebax kiriye
Guh mede vî alî û wî alî
Û ji bilî Xweda li ber kesan serî nedeyne

Em ne çukeki per şikestîne ku
Jiber vê em piçûk bixuyên û bên kûştin
Gav bi gav banga lihevdanê
Û dengê xwîna sorîn dibihîzim

Birakêm, heke tu li ser min bigirî
Û gora min bi wan hêstirê dil şil bikî
Bi firdikên hestiyê min çeraxan pêxe
Û bi ronahîya wê ber bi zafera nêz pêşkeve

Ey bira, heke em mirin digihin hezkerdişan
Bexçên Rebbê me bo me amade ne
Ew çivîkên beheştê, dê li dor me per bidin
Diyarê ebedî bo me çi xweş e

Ey bira, li pişt singikê zindanê jî be, tu azadî
Ey bira, te li qeydan jî bixin, tu azadî
Piştî te xwe bi werîsê Xweda girtî
Kemînê bendeyan dê çi ziyanê bidî

ŞEHİD SEYYİD KUTUB (Allah şehadetini kabul etsin.)

ekleyen : seyîdê memolan

Önerilen