Adnan Oktar: ji darvekirina Seyyîd Riza pir aciz bûm.

  • 9 yıl önce
ADNAN OKTAR: Digel kurê wî Şeyh Riza Efendî darve kirin. Ewilî kurî wî darve kirine û bi Seyyîd Riza dane temaşe kirin. Seyyîd Riza li ber wan geriyaye û gotiye: ewilî min darve bikin. Ev hovîtiyeke. Seyyîd Riza li ber wan digere dibêje ez ji ewladê Resûl im, ez seyîdim. Şêwazeke wisa tune ye. Dikarî bavêjî girtîgehê lê darvekirin çi ye? Heke sûçek wî hebe di çarçoveya qanûnên dewletê de dikarî wî bikî girtîgehê. Kur darve bike û paşê jî bav wî. Ev bûyer hovîtiyeke. Ev tişt nabin. Ka lê binêr dibêje ez seyîdim. Heyf û guneh nîn e? bûyera darvekirinê qet nabe. Encax dikarî di nav şert û mercên asayî de bikî girtîgehê. Dikarî dewletê di bin talûkeyekê de bibînî, ev normal e. Heta dewlet carinan kesên bêguneh jî dike girtîgehê. Carinan jî heke alozî û gengeşiyek hebe ji bo ku kesan biparêze, wan davêje hepsê. Mesela beriya vê hepsê ewilî jina wî paşê jî kurê wî dikujin. Ev tişt nabe. Baweriya min bi xwe wisa ye. Ez ji darvekirina Seyyîd Riza pirr aciz bûm. Ji bo wî pirr êşiyam û li ber ketim. Dilê min şewitî. Ango ez naxwazim mijarê jî bifikirim. Darvekirin çi ye? Tu zilêm dikujî. Ne hewceye, bike girtîgehê bil ali wir bimîne. Madem dibînî dewlet di nav xetereyê de ye bike hepsê. Niha jî dewlet xwe di talûkeyê de dibîne. PKKyiyan û Evdillah Ocalan digre û davêje girtîgehê. Ev qas. Darvekirin çawa yanê?

-  Wêneyê dema ku bi kurê xwe re diçû darvekirinê heye.

ADNAN OKTAR: Ka lê binêrim. Hovîtiyeke wisa heyf û guneh e. Lewre kurê wî li ber çavên wî darve dikî. Mînak li ku hat girtin? Li Dêrsîmê. Temam bigre û bibe li Stenbolê bavêje girtîgehê. Wê demê leşkergeha Selîmiyeyê hebû çi, li deverekî girtîgehek hebû. Li ku derê girtîgeh hebû nizam lê bike hepsê û bil ali wir bimîne.

Yek jî mînak bila sûç jî bike, heke poşman bûbûye dê xizmetê dewletê bike. Dema ku Seyyîd Riza hat darvekirin 75 salî bû. Tu zilamekî 75 salî çawa darve dikî?  Li gor qanûnên wê demê kesên ji 65 saliyî zêdetir nedihatin darvekirin. Mînak ji ber ku umrê Celal Bayar ji 65 saliyê zêdetir bû, wî darve nekirin. Lê binêrin ji bo darvekirina Seyyîd Riza kesek derdikeve holê û dibêje: ew ne 75 saliye, 55 saliye. Hema dibêjin wî darve bikin. niha qet wisa bû? Di nasnameya zilêm de 75 dinivîse. Yek jî derdikeve û ji bo darvekirina wî dibêje ku ew derewa dike, ez wî nasdikim ew 55 salî ye. Ev heyf û gunehe. Daxuyaniyeke vê nîn e. Zilam dibêje em “ewladê Kerbelayê” ne û birayên me li Kerbelayê êş û keser dîtine. Seyyîd Riza dibêje ev bûyer jî dişibe bûyera Kerbelayê. Ya ku dewlet bike çi ye? Herî zêde kirina girtîgehê ye. Ne darvekirin e. Dibêje ev “şerm e, zilm e û kuştin e.” Bi kurtasî ev şaş e. Ez li dijî darvekirinê me. Kî dibe bila bibe. PKKî, terorîst û anarşît qet ferq nake. Kuştin pirr tiştekî xirap e. min bi dadgerekî re sohbet dikir. Ji min re got: “ min demekî biryar da ku  terorîstek bê darvekirin.” Û hat darvekirin jî. Tu çawa vê biryarê didî? Di wê heyamê de li meclisê biryara darvekirina Denîz Gezmîş û ciwanên netewperwer hatibû dayîn. Gelek xortên neteweperwer hatin darvekirin. Ez şaş mam. Çimkî ji meclisê tê pirsin. Tu çawa diçî meclisê û destê xwe radikî û paşê jî diçî bi rihetî radikevî? Tu heta sibê rihet rihet radikevî. Divê însan ji ber vê yekê ji xemginiyê bimire. Naxwazim bifikirim jî. Ez nikarim baweriya xwe jî bi van bûyera bînim. Yek jî zilam dibêje ez seyîdim. Ji ber vê rehmdar be. Bêje me darvekirin betal kir, em ê bikin girtîgehê. Çawa tu kurê wî li ber çavên wî darvedikî? Ev mirovan ditirsîne.

- Dibêje “qet nebe ewilî min darve bikin.”

ADNAN OKTAR: Ev îşkence û talde tiştekî hovane ye. Li tu dera tiştekî wisa nayê kirin. Kurê wî di kapê de diheje û dipirpite. Ew jî dibêjin: “em ewilî kurê te darve bikin û nîşanê te bidin. Em ê paşê jî te darve bikin.” sûçê wî çi dibe bila bibe tiştekî wisa nabe.

Mirina Denîz Gezmîş 22 deqqeyan dewam kir. Ev tiştekî pirr hovane ye. Bejna wî 2 metro bû, gelekî dirêj bû. Lingên wî li erde ketine. Herhal li gor wî benik peyda kirine. Ev hîç ji însanekî re  tê kirin? 22 deqqeyan di stûyê wî de ben bi wî awayî dipirpite. Çima darve dikî û çima vê îşkenceyê dikî? Li gor min bo ku canê wî zêde biêşînin bi taybetî wisa kirin. Çi dibe bila bibe tiştekî wisa nayê kirin. Cezaya heta hetayê bide. Heta niha zûda derketibûn. Ango dijiyan û di nav me de bûn. Mînak ciwanên welatperwer 16 û 17 salî bûn. Lê ji ber ku wan darve bikin ew kirin 18 salî. Bike girtîgehê, çima darve dikî? Ez tiştên wisa naxwazim bifikirim jî. Ev tiştekî bi rûmet nîn e. ji xeynî tirs û qurfê tiştek tune ye. Çawa li ber çavê bavekî kurê wî darve dikî? Însan dê biqehire. Yek jî tu çawa wê temaşe dikî? Tu çawa wê rewşê temaşe dikî, dilekî te  yê çawa heye?  Tu çawa vê asayî dibînî? Paşê jî diçe rihet rihet radikeve, xwarin dixwe û dijî. Mirov nikare xwarinê bixwe, xwedê biparêze nikare rakeve û mirov dê ji ber wîjdana xwe bimire.