belko ev 'alem nebû-Melayê Cizîrî

  • 10 yıl önce
Hê di ber qalûbelayê belko ev 'alem nebû
Çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû

'Erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê
Husnê heq bû istiwayê lami'a 'işqê hebû

Nehtibûn hukmê sifatan ew ji zatê lem-yezel
'Aşiq û me'şûq-i yek bûn şem' û hem perwane bû

Husn û hub zatê qedîm in lê cida bûn ew ji yek
Lê niha ismê hudûsê hikmet û tefsîl we bû

Yek di zatê surşirînan bû cemal û husn û sur
Yek di qelbê ehlê dil nar û celal û cezbe bû

'Aşiq û me'şûq-i el-heq herdu mir^atê yek in
Lew di eslê cem'ê da eslê qedîm ayîne bû

Cezbe û seyra sulûkê bêmehebbet nabitin
Cehdeya bê'işq û hub çendî ko kir bêfeyde bû

Salikên 'işqê yeka yek hewce nînin ez bibêm
Cameya pîrê terîqê ser ji nik şehzade bû

Reng û reng ehlê meqamatê terîqê çûne seyr
Hin celal û hin cemal û sermeyan ev bade bû

Ê birî 'eynê beqayê badenoşê 'işqê bû
Ê bûyî mehwi-fenayê 'aşiqê bêçare bû

Êk ji wan perwane bû soht û fixanek jê nehat
Êk ji wan teşbîhê goyînê bi ah û nale bû

Awirên eswedu'yûnan 'aqilan sewda dikin
Gezmeya 'aşiq vi dil keftî ji çehvên şehle bû

'Aşiq û me'şûq-i da wasil bi yek bin bêhicab
Mehw-i bû bi-z-zati 'aşiq lew di 'işqê perde bû

Lew di 'işqê da fena bû da bibit baqî bi dost
'Aşiqê fanî nebû wasil hetta baqî nebû

Nuqteyê 'ilm û sewadê herf û neqşê 'alemê
Ser didin me'nayekê eslê sewadê nuqte bû

Her yek e û dê yek bimînit ewwel û axir yek e
La cerem nabî du bê, ê dê bimînit her hebû

Herçi de'wayê di 'işqê da Melê sabit kirî
'Eynê de'wayê di nefsi l-emri dîsa şehde bû

çavkanî : dîwana MELAYÊ CEZERÎ
Bab W (waw) 92. Hê di ber qalûbelayê belko ev 'alem nebû

şîrove / qasîdevan :Seyît Beşîr Doru